Li Diyarbekirê şehîdên Qurbanê li ser gorên xwe hatin bîranîn

Yasîn Börü û hevalên wî yên ku di bûyerên 6-8ê Cotmehê yên bi hinceta Kobanê de ji aliyê alîgirên PKKê ve hatibûn qetilkirin, di saetên pêşîn ên Cejna Qurbanê de li ser gorên xwe hatin bîranîn.

Diyarbekiriyên ku ji ber Cejna Qurbanê seredana goristanê (qebr) kirin, Yasîn Börü û hevalên wî yên ku berî 12 salan di dema belavkirina goştê qurbanê de hatibûn qetilkirin ji bîr nekirin û ew li ser gorên wan bi bîr anîn (yad kirin).

Yasîn Börü, Riyad Güneş, Hüseyin Dakak, Cumali Güneş, Hasan Gökgüz û Turan Yavaş ên ku di bûyerên 6-8ê Cotmehê yên bi hinceta Kobanê de bi hovîtî hatibûn qetilkirin û Aytaç Baran ê ku piştre dîsa ji aliyê alîgirên PKKê ve hatibû şehîdkirin, wekî her cejnê di vê cejnê de jî nehatin ji bîr kirin.

Nas û hevalên dozê yên şehîdan ku piştî nimêja cejnê ya hat kılîn li ser gorên şehîdan hatin cem hev, Yasîn-î Şerîf xwendin û duayan kirin.

Di bernameya seredana goristanê û bîranîna şehîdan de ku Cîgirê Serokê Giştî yê HÜDA PARê Hüseyin Yılmaz di serî de, endamên rêveberiya parêzgeha Diyarbekirê jî di nav de bûn, malbatên şehîdan û hevalên dozê cejna hev pîroz kirin.

"Li Xezeyê ew camêr (leheng) ji bo Îla-yî Kelîmetullahê her roj qurbanên xwe didin"

Serokê Platforma Kerwana Şehîdan Ömer Çelik ê ku di seredana goristanê ya hat kirin de axaftinek kir, bal kişand ser bêdengiya ummeta Îslamê ya li hemberî jenosîda (komkujiya) ku nêzî 3 salan e li Xezeyê berdewam dike.

Çelik ê ku axaftina xwe bi hedîsa pîroz a Pêxemberê me (e.s.w) a ku dibêje "Kurekî Adem, di roja Cejna Qurbanê de ji serjêkirina qurbanê, ji dayîna qurbanê amelekî mezintir nekiriye" dest pê kir, van îfadeyan bi kar anî: "Îro li Xezeyê û li gelek erdnagariyên (coğrafyayên) cîhanê, ew mirovên leheng ên ku ji bo Îla-yî Kelîmetullahê, ji bo ku dînê Xwedê (Celle Celaluhu) serdest bibe têdikoşin, qurbanên xwe didin. Rewşa cîhana Îslamê mixabin weha ye; gava ku ew dibin qurban, em jî mîna ku fîlmekî temaşe bikin, tenê dibin temaşevan. Piraniya mezin a lîderên welatên Îslamî bûne xizmetkar û koleyên Îsraîl û Amerîkayê; ji bo berdewamiya saltanata xwe, xiyaneta herî mezin li Îslamê, li mislimanan û li dînê Xwedê dikin. Ew mislimanên leheng ên ku hem ji hundir hem jî ji derve ve di rêya Xwedê de têdikoşin, bi xiyanetên pir mezin re rû bi rû ne."

"Ji bo mislimanan rewşeke pir giran e ku birayên me yên li Xezeyê Îsmaîlên xwe qurban dikin"

Çelik ê ku bi bîr xist cîhan cîhaneke îmtîhanê ye, weha axivî: "Her kes wê rojekê îmtîhana xwe bi dawî bike, nefesa xwe ya dawî bide û li hizûra Xwedê, hesabê qencî yan jî xiyaneta ku li dinyayê kiriye bide. Li wir birayên me zarokên xwe, Îsmaîlên xwe qurban dikin; lê mixabin di cîhana Îslamê de jîngeheke (ortameke) weha tune ye ku bi awayekî cidî piştgiriyê bide wan, bibe bend (set) li hemberî yên ku zilmê dikin û li hemberî zaliman biqîre. Ev helbet ji bo mislimanên xwedî wicdan, yên ku di şûûra kar de ne û bi ferqê re ne, rewşeke pir giran e."

Çelik ê ku axaftina xwe bi îfadeyên "Wekî misliman, me ji dema Hezretî Adem û vir ve heta îro rûreşiyeke (zelîliyeke) weha nedîtiye" berdewam kir, got: "Gava em difikirin ka sedema vê çi ye, hedîsa pîroz a Pêxemberê me derdikeve pêşberî me ku dibêje: 'Son dixum bi wî Zatê ku nefsa min di destê wî yê qudretê de ye; her kî bi vê Qur'anê amel bike, Xwedê ewî ezîz (bi rûmet) dike. Û her kî ameliya bi Qur'anê biterikîne, Xwedê ewî zelîl (rûreş) dike.' Zêdetirî 200 salan e ku wekî cîhana Îslamê mixabin me nekarî tiştê ku pêwîst e bi cih bînin. Me wekî ku heq dike ji Xwedê re evdetî (bendetî) nekir. Em ji Qur'an û sunetê dûr ketin, me ew ji jiyana xwe derxistin. Me ji bo xwe modelên din (mînakên din) û şêwazên din ên jiyanê dîtin. Sedema vê rewşa ku em îro tê de ne ev e."

"Tevî hemû xiyanetên lîderan jî, Xwedê tu carî kesên alîkariya dînê wî dikin bi tenê nahêle"

Çelik diyar kir: "Nexwe, dema ku her der di nav xiyanetê de ye, lîderên me di nav xiyanetê de ne, wekî cîhana Îslamê em di nav bêdengiyeke wiha giran de mane û li Xeze, Filîstîn û gelek cihan birayên me tên qurban kirin, gelo divê em hêviya xwe winda bikin? Ji ber ku em nikarin tiştekî bikin, gelo divê em li cîhê xwe rûnin û bigirîn? Helbet na. Em bêhêvî nînin, em qet ne endamên dînê pîroz ê bêhêvîtiyê ne. Ji ber ku Rebbê me yê Zulcelal di ayeta pîroz de ferman dike: 'Ji bilî qewmê kafir, kes hêviya xwe ji Xwedê nabire.' Em bi hêvî ne. Bes e ku em wezîfeya xwe bi cih bînin. Bes e ku dinya nebe armanc, hedef û xala dawî ya ilmê me; bila ev aşê ku jê re dinya dibêjin, me di nav şert û mercên xwe de nemehîne û helak neke."

Çelik axaftina xwe bi van îfadeyan bi dawî kir:

"Heke em berê xwe bidin Xwedê û alîkariya dînê wî bikin, helbet Xwedê wê vê rewşê berovajî bike. Tevî xiyaneta lîderên me, tevî xayînên ku ji piştê ve xencerê lê didin, Xwedê bi awayekî mutleq tu carî kesên ku alîkariya dînê wî dikin bi tenê nahêle. Bes e ku em ji bo xizmetpênekirinê hincetan dernexin û xebatên xwe yên Îslamî herdemî bikin. Berovajî vê, divê em ji bo xizmetkirinê, ji bo piştgirîdana vî dînî û ji bo geşbûna (neşvûnema) vî dînî hincetan peyda bikin. Xwedayê Dilovan bila pêşengiya me bike rênişandina Îslamê, û hemû birayên me efû bike û bibaxşîne. Bi hurmeta navê xwe yê Muîn, bi hurmeta navên xwe yên Hey û Qeyûm, bila alîkariya birayên me yên li Xeze û Filîstînê bike. Bila zirxa alîkariya xwe li wan bike. Inşallah me jî bike alîkarên wan."

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Servisên acili de vêşêniya qesabanê acemiyan bî
Li Çinarê nimêja Cejna Qurbanê di mizgeftan de hat edakiririn
Diyarbekiriyan di nimêja cejnê de Mizgefta Mezin a dîrokî tije kirin
Peyama Cejna Qurbanê ya ji ÎTTÎHADUL ULEMAyê
Ji bo ku hûn di cejnê de birîndar nebin bal bide van qaîdeyan!