Li Efxanistanê êrîşa bombeyî: 5 kes canê xwe ji dest dan

Li Kabîla paytexta Efxanistanê êrîşeke bombeyî hat lidarxistin, di encama êrîşa ku hat lidarxistin de 4 leşker û kesekî sîwîl canê xwe ji dest dan.

Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Parastinê ya Efxanistanê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê hat diyarkirin, li nêzî Akademîya Artêşê ya Marşal Fehmî ya li Kabîlê êrîşeke xwekuj pêk hat.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin di encama êrîşa ku derdora seat 06.50î de hat lidarxistin de 4 leşker û kesekî sîwîl canê xwe ji dest dan û 12 kes jî birîndar bûn.

Hêj tu kesî êrîşê negirt li ser xwe.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne