Li Efxanistanê hejmara kesên ku ji ber lehîyê mirin derket 151 kesî

Di encama lehîyên ku li çend herêmên Efxanistanê ji ber barana zêde rabû hejmara kesên ku canê xwe ji dest dan derket 151 kesî.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di van çend rojên dawî de ji ber barana ku zêde barîya li 13 bajarên Efxanistanê lehî rabû. Di encama lehîya ku rabû de hejmara kesên ku canê xwe ji dest dan derket 151 kesî û 200 kes jî birîndar bûn.

Derbarê mijarê de ji teref Muhammed Qasim Haydarîyê Alîkarê Wezîrê Birêveberîya Afetê yê Efxanistanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Haydarî di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir: “Li herêmên ku lê lehî rabûn xebat berdewam dike. Dibe ku hejmara mirî û birîndaran zêde bibe.”

ÎLKHA






İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne