Li Efxanistanê mehkûmên ku xwedî li Qur'ana Kerîm derketinhatin derpkirin

Li Efxanistanê ji ber ku hakaret li Qur’ana Kerîm hat kirin mahkûmên di girtîgehê de bertekên xwe nîşan dan û di navbera wan û gardîyanan de pevçûn derket. Di pevçûna ku tê de çek hatin bikaranîn de hinek mahkûm giran birîndar bûn.

Mahkûmên Talîbanê yên ku li Girtîgeha Bagrama ku girtîgeha herî mezin a Efxanistanê ye  tên girtin ji ber ku gardîyan û îdarevanên girtîgehê hakaret li Qur’ana Kerîm kirin rabûn li ser pîyan û bertekên xwe ji wan re nîşan dan.

Di pevçûna ku di navbera mahkûman û gardîyanên çekdar de derket de gelek mahkûm giran birîndar bûn.

Zebîullah Mucahîdê Berdevkê Talîban derbarê pevçûna ku li girtîgehê derket de ji ser hisaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek belav kir.

Mucahîd di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir, li girtîgehê êrîş li mahkûmên destgirêdayî hat kirin.

Weke ku dê bê bîran di sala 2012an de li heman girtîgehê çeteyên Amerîkayê Qur’ana Kerîm şewitandibûn û ji ber vê yekê li tevahîya welêt xwepêşan hatibûn lidarxistin û di xwepêşanan de 4 Amerîkayî tevde 41 kes miribûn.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezay Farqîni de vewr varena
Rêyên 304 gundan hatin girtin
Weqfa Êtîman li Xezzeyê sifreyên fitarê vala nahêle
Mijara kêmbûna veberhênana pîşesaziyê ji bo bakur anî Meclîsê
Zêdetirî 20 kes ji dûmanê tesîrdar bûn