Li Efxanistanê teqîn: 7 kuştî

Di encama teqîna ku li herêma Paktîkaya Efxanistanê pêk hat de 7 kesên sîwîl canê xwe ji dest dan.

Hat ragihandin di encama teqîna ku li herêma Paktîkaya Efxanistanê pêk hat de 7 kesên sîwîl canê xwe ji dest dan.

Derbarê mijarê de ji teref Berdevkê Parêzgeha Paktîkayê Mohammed Aryan ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Aryan di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir, teqemenîya ku berî niha li herêma Sultanê di kevîya rê de hatibû bicîkirin di dema derbasbûna wesayîtekê de teqîya.

Aryan di berdewama daxuyanîyê de destnîşan kir; di encama teqîna ku pêk hat de 7 kes canê xwe ji dest dan ku 4 van ji heman malbatê bûn.

Hêj êrîş ji teref ti kesî ve li ser xwe nehatiye girtin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne