Li Êlihê 300 donim erdê fistiqan şewitî

Li Êlihê ji ber şewata ku sedema wê hêj nayê zanîn 300 donim erdê fistiqan bi temametî şewitî.

Şewat li gundê Bedaya girêdayê navenda Êlihê ye pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di nav erdê ku aîdî Suad Ekîncî bû de ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn şewat derket. Di demeke kurt de  agir temamê erd da ber xwe.

Gundîyên ku şewatê dîtin xeber dan îtfaîyê. Piştî mudaxeleya ku bi seatan berdewam kir re şewat hat xistin bin kontrolê.

Ji ber şewata ku derket 300 donim erdê ku lê fistiq hatibû danîn şewitî.

Suad Ekîncîyê ku xwedîyê erdê fistiqan e destnîşan kir, ji ber şewata ku derket zirara wî nêzî 2 milyonan zirar kiriye.








İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne