Li Fransayê xwepêşan û çalakîyên li dijî pêşnûmaya ewlehîyê berdewam dikin

Kolektîfa “Ji Pêşnûmaya Ewlehîya Giştî re Naxêr” a ku ji sendîqa, sazîyên çapemenîyê û rêxistinên mafên însanan pêk tê banga berdewamkirin xwepêşanan li gelê Fransayê re kir.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de bal hat kişandin li ser xwepêşanên ku tên lidarxistin û hat destnîşankirin ji ber ku doh li 90 bajarî li dijî vê pêşnûmaya ewlehîyê xwepêşan û çalakî hatine lidarxistin ew kêfxweş in.

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin,  kolektîf ji Macron daxwaza hevdîtinê kiribû û Macron vê yekê qebûl nekir.

Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê Gerald Darmanîn di dema berdewamkirina xwepêşan û çalakîyan de daxuyanîyek belav kir. Darmanîn di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir; di xwepêşanên ku hatin lidarxistin de 95 kes hatin binçavkirin û 67 polês jî birîndar bûn.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne