Li Helepçê êrîş li buroya PDKê kirin û avahîyên şaredarî û qeymeqamtîyê şewitandin

Hat ragihandin li Helepçê çend kesên ku kom bûn êrîş birin ser li buroya PDKê û avahîyên şaredarî û qeymeqamtîyê şewitandin.

Bûyer doh derdora wextên êvarî de pêk hat.

Serokê Şaredarîya Helepçê Kwestan Ekrem derbarê êrîşa ku hatiye kirin de ji K24 re daxuyanîyek da.

Ekrem di daxuyanîya ku da de destnîşan kir di encama şewata ku derket de arşîva 30 salane ya welatîyan û xebatkarên şaredarîyê şewitîn û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Bi êrîşan heq nikare bê telebkirin. Em daxwaz dikin ku welatî maf û heqên xwe bi rêyên meşrû teleb bikin.”

Ekrem di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir destên kesên provakator di pey vê êrîşê de heye.

Midûrtîya Trafîkê jî derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir û destnîşan kir “Komek kesên provakator ên ku xwe wek xwepêşandêr didin nasîn êrîşî avahîya me kirin û avahîya me şewitandin.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne