Li Herêma Kurdistanê di 24 seatên dawî de 6 kesên din jî ji ber Coronavîrusê mirin

Hat ragihandin li Herêma Kurdistanê di 24 seatên dawî de 6 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û bi 259 kesên din re jî vîrus hat tespîtkirin.

Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; li Herêma Kurdistanê di 24 seatên dawî de 6 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 213 kesî. Di encama 2312 testên ku hatin kirin de  bi 259 kesên din re jî vîrus hat tespîtkirin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin 88 kesên ku bi vîrusê ketibûn baş bûn û hejmara kesên başbûyî derket 2078 kesî.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

7 bajaran de semedê vevri ra mektebî amê tatîl kerdene
Licê de semedê variti ra çay deşti
Çavgirtina ji hilweşîna exlaqî re di ​​bin navê azadiyê de bêmesulî ye
Şehîdê Quranê Nesîm Demîrtaş li ser gora xwe hat bîranîn
Me nerînên xwe yên derbarê raporê de ji Serokkomar Erdogan re ragihandin