Li Herêma Kurdistanê di 24 seatên dawî de 7 kes canê xwe ji dest dan

Hat ragihandin li Herêma Kurdistanê di 24 seatên dawî de 7 kes canê xwe ji dest dan û 258 kes bi Coronavîrusê ketin.

Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Herêma Kurdistanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, di 24 seatên dawî de 2 hezar û 202 test hatin kirin û di encama van testan de bi 258 kesî re Coronavîrus hat tespîtkirin.

Li gorî daneyên ku hatin belavkirin di 24 seatên dawî de 7 kes ji ber Coronavîrus hat tespîtkirin.

Li Herêma Kurdistanê heta niha 11 hezar û 109 kes bi vîrusê ketin û 419 kes jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Vakfê Yetiman ra seba aktiviteyê mewlidi dawet
Qada ku ji bo çalakiya Mewlûda Nebî hatî amadekirin, li benda evîndarên pêxember e
Li Çinarê birûsk ket: 1 birîndar
5emîn Kongreya Asayî ya Teşkilata Navçeya Çinarê ya HÜDA PARê Hat Lidarxistin
Êşa ku di êrîşên li ser dibistanan de hatiye jiyîn êşa hemû Tirkîyeyê ye