Li Herêma Kurdistanê di 24 seatên dawî de bi 104 kesan re Coronavîrus hat tespîtkirin

Wezareta Tenduristîyê yê Herêma Kurdistanê destnîşan kir, di 24 seatên dawî de bi 104 kesan re Coronavîrus hat tespîtkirin.

Li gorî agahîyên ku ji teref Wezareta Tenduristîyê yê Herêma Kurdistanê ve hatine belavkirin, di encama testên ku di 24 seatên dawî hatin kirin de, li Dihokê bi 52 kesî re, li Silêmanîyê bi 46 kesî re, li Hewlêrê bi 6 kesî re û li Germîyanê jî bi 6 û li Raperînê jî bi kesekî re Coronavîrus hat tespîtkirin.

Li gorî daneyên Wezareta Tenduristîyê yê Herêma Kurdistanê heta niha 849 kes bi vîrusê ketin û 14 kes jî ji ber vîrusê canê xwe ji dest dan.

Doh di bergeha tevdîrên Coronavîrusê de li Herêma Kurdistanê ji bo 6 rojan qedexeya derketina derve hatibû îlankirin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Xezzeyê hejmara şehîdan bû 34 hezar û 654
Em bang li wan dikin ku bi berpirsyarî rabin
Xwendekarên Prîncetonê ji bo piştgirîya Xezzeyê dest bi greva birçîbûnê kirin
Qefîleya hecê ya ewil di 9ê Gulanê de birê dikeve
Platforma Biratiya Îslamî li Çewligê ji bo Xezzeyê kermes vekirin