Li Herêma Kurdistanê di heftîyeke dawî de 164 kes ji ber Coronavîrusê mirin

Ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Herêma Kurdistanê ve derbarê geşedanên dawî yên derheqê Coronavîrisê de daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, di heftîyeke dawî de bi 39 hezar 316 test hatin kirin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin; di encama testên ku hatin kirin de bi 4 hezar û 537 kesî re vîrus hat tespîtkirin û 164 kesê din ji ber vîrusê mirin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin heta niha 2 hezar û 937 kesên ku bi vîrusê ketibûn baş bûn.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne