Li Herêma Kurdistanê ev bû 3 roj ku hêj bi tu kesîre Coronavîrus nehatîye tespîtkirin

Wezareta Tenduristîyê ya Herêma Kurdistanê destnîşan kir di 24 seatên dawî de di encama testên ku hatin kirin de bin tu kesî re Coronavîrus nehat tespîtkirin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin di 24 seatên dawî de 733 test hatine kirin, lê belê encamên temamê testên ku hatin kirin negatîf derketin û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “Di pêvajoya vîrusê de 10 hezar û 342 welatîyên Kurdistanê ji derveyî welat hatin anîn ku bes ji van 1233 kes hêj di karantînayê de ne.”

Li gorî daneyên dawî het aniha li Herêma Kurdistanê bi 391 kesî re vîrus hat tespîtkirin ku ji van 366 kes baş bûn û 5 kes jî canê xwe ji dest dan.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Vakfê Yetiman ra seba aktiviteyê mewlidi dawet
Qada ku ji bo çalakiya Mewlûda Nebî hatî amadekirin, li benda evîndarên pêxember e
Li Çinarê birûsk ket: 1 birîndar
5emîn Kongreya Asayî ya Teşkilata Navçeya Çinarê ya HÜDA PARê Hat Lidarxistin
Êşa ku di êrîşên li ser dibistanan de hatiye jiyîn êşa hemû Tirkîyeyê ye