Li Herêma Kurdistanê hejmara kesên pêketî derket 745an

Wezareta Tenduristîyê ya Herêma Kurdistanê destnîşan kir di 24 seatên dawî de bi 35 kesên din re Coronavîrus hat tespîtkirin û hejmara kesên pêketî derket 745 kesî.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ve hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin, di encama hezar û 365 testên ku hatin kirin de 35 test pozîtîf derket.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin li Hewêrê bi kesekî re, li Silêmanîyê bi 28 kesî re û li Dihokê jî bi 6 kesan re vîrus hat tespîtkirin.

Li Herêma Kurdistanê heta niha 420 kesên ku bi vîrusê ketibûn baş bûn û 7 kes jî ji ber vîrusê mirin.

Ji ber îhtîmala belavbûna coronavîrusê li Herêma Kurdistanê ji bo 6 rojan qedexeya derkletina derve hat îlankirin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne