Li Herêma Kurdistanê hejmara pêketîyên Coronavîrusê zêde dibe

Di 24 seatên dawî de li Herêma Kurdistanê bi 495 kesên din re jî Coronavîrus hat tespîtkirin û 8 kes jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.

Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Kurdistanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, di 24 seatên dawî de 2 hezar û 334 testên din hatin kirin û di encama van testan de bi 495 kesên din re jî Coronavîrus hat tespîtkirin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin di 24 seatên dawî de 8 kesên din jî ji ber Coronavîrusê mirin û 79 kesên ku bi vîrusê ketibûn jî baş bûn.

Digel reqemên dawî li Herêma Kurdistanê hejmara kesên ku bi vîrusê ketin derket 8 hezar û 134 kesî û 271 kes jî wefat kirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

7 bajaran de semedê vevri ra mektebî amê tatîl kerdene
Licê de semedê variti ra çay deşti
Çavgirtina ji hilweşîna exlaqî re di ​​bin navê azadiyê de bêmesulî ye
Şehîdê Quranê Nesîm Demîrtaş li ser gora xwe hat bîranîn
Me nerînên xwe yên derbarê raporê de ji Serokkomar Erdogan re ragihandin