Li Hewlêrê dest bi hilberîna dermana Covid-19 hat kirin

Hat ragihandin li Herêma Kurdistanê hilberîna dermana ku dê di tedawîya Coronavîrusê de bê bikaranîn dest pê kir.

Walîyê  Hewlêrê Ferset Sofî  derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.

Sofî di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir fîrmaya dermanan a bi navê Awamedîca ya li Hewlêrê dest bi hilberîna dermana bi navê Favîpîravîrê kiriye.

Walî Sofî di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji ber ku li Hewlêrê dermana Coroanvîrusê tê hilberandin ew bextewar in û ev yek ji bo bajar û însanetîyê serkeftineke mezin e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em ê di warê hilberandina dermanê de destekê bidin fîrmayê.”

Partîya ewil a dermana ku hat hilberandin ji bo bê belavkirin ji Wezareta Tenduristîyê ya Iraqê re hat şandin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne