Li Hewlêrê jiheman malbatê 5 kes hatin qetilkirin

Malbateke 5 kesane ya ku ji Sûrîyê koçî Kurdistana Iraqê kiribû hat qetilkirin.

Bûyer berî vê 2 rojan li Kesnezana navçeya Hewlêrê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin 3 zarok û dê û bavê wan ên ku ji Kurdistana Sûrîyê koçî Kurdistana Iraqê kiribûn li mala xwe ya li gundê Pirreşa Kesnezanê mirî hatin dîtin.

Cîranên malbata ku hat qetilkirin destnîşan kirin; ew di halê xwe de û ti zirara wan ji ti kesî re tunebû.

Di encama lêpirsîna ku ji teref asayîşa Hewlêrê ve hat destpêkirin de kesekî ku tê diyarkirin têkilîya wî bi bûyerê re heye hat qefaltin.

Di daxuyanîya ku ji teref asayîşê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, endamên malbatê bi çekê hatine qetilkirin. Li gorî daxuyanîya ku hatiye belavkirin navên kesên ku hatine qetilkirin wisa ye: Bav Besam Huseyin Resul, dê Solîn Muhammed Nezîr û zarokên wan ên bi navê Huseyîn (11), Ruşka (7) û Muhammed (5).

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di guhertina werzê de li hemberî rîska krîza dil baldar bin!
Diyarbekir de Fuarê Tarım u Heyvancılıği be tamonê mehalliyi xemıliyeno
Li Diyarbekirê Pêşangeha Çandinî û Sewalkariyê deriyên xwe vekir
Coşa Mewlûda Nebî li Wan, Edene û Stenbolê jî berdewam dike
Di lêpirsîna dibistana ku qetlîam lê hat kirin de dayîk jî hate girtin