Li Îdlîbê agirbest ket meriyetê

Pêvajoya agirbestê ya ku ji bo li Herêma Kêmkirina Rageşîya li Îdlîbê bê sepandin Tirkîye û Rûsya li serê li hev kir dest pê kir. Li herêmê heta wextên şeveqê jî tu pevçûn û şer pêk nehat.

Doh Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn li Moskovaya paytexta Rûsyayê hevdîtin kirin û di encama hevdîtina ku hat kirin de Tirkîye û Rûsya di warê sepandin agirbesta li Îdlîbê de mutabiq man. Agirbest ji doh êvarî seat 00.01î pê ve dest pê kir.

Li gorî lihevkirinê 6 km li bakûr û başûrê rêbeja  M4an  korîdoreke bi ewlehî bê tesîskirin.

Ew ê esasên xebitandina korîdora ewlehîyê  di navbera 7 rojan de ji teref Wezaretên Parastinê yên Tirkîye û Rûsyayê ve bên diyarkirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezay Farqîni de vewr varena
Rêyên 304 gundan hatin girtin
Weqfa Êtîman li Xezzeyê sifreyên fitarê vala nahêle
Mijara kêmbûna veberhênana pîşesaziyê ji bo bakur anî Meclîsê
Zêdetirî 20 kes ji dûmanê tesîrdar bûn