Li Îngîlterê dest bi bikaranîna vaksîna Covid-19 hat kirin

Hat ragihandin dest bibikaranîna vaksîna Covid-19 a ku ji teref şîrketênPfizer û BioNTech ve hat amadekirinî li Îngîlterê hat kirin.

Vaksîna ewil li Margaret Keenana 90 salî hat lêdan. Li gorî xebera Reutersê Margaret debrarê mijarê de destnîşan kiriye: “Ji ber ez kesa ewil im ku vaksîna Covid-19 li xwe daye bi siûd hîs dikim.”

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Îngîlterê vaksîn dê pêşî li wezîfedarên tenduristîyê û kesên ku li ser 80 salî ne bê lêdan.

Sîmon Stevensê Serokê Serwîsa Tenduristîya Neteweyî yê Îngîlterê jî derbarê mijarê de destnîşan kir, ev gava ewil a bernameya lêdanê vaksînê ya herî mezin a li welêt e û dû re wiha got: “Dema ku zêdetir vaksîn hatin ew ê temamkirina lêdana vaksînê di nava çend mehan de bê temamkirin.”

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

2 karkerî birîndar bîyî
Ev sîstem torneke çewt e, û destekî rast ji torneke çewt dernakeve
Hejmara qurbaniyên êrîşa li ser dibistana Mereşê gihîşt 10an
17 sal cezayê girtîgehê li Nevzat Bahtiyar hate birîn
Ji bo mîtînga Mewlûda Nebî dawetnameyeke watedar li Dîyarbekirê