Li Îngîlterê ji ber Coronavîrusê hejmara mirîyan derket li ser 36 hezarî

Di 24 seatên dawî de li Îngîlterê ji ber Coronavîrusê 338kesên din jî canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 36 hezar û 42 kesan.

Wezareta Tenduristîyê ya  Îngîlterê derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin; di 24 seatên dawî de li Îngîlterê ji ber Coronavîrusê  338   kesên din jî canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 36 hezar û 42 kesan.

Tê diyarkirin hejmara kesên ku bi vîrusê ketine jî derket li ser 250  hezarî.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di nav kesên ku canê xwe ji dest dane de zarokekî 13 salî jî heye.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Xezzeyê hejmara şehîdan bû 34 hezar û 654
Em bang li wan dikin ku bi berpirsyarî rabin
Xwendekarên Prîncetonê ji bo piştgirîya Xezzeyê dest bi greva birçîbûnê kirin
Qefîleya hecê ya ewil di 9ê Gulanê de birê dikeve
Platforma Biratiya Îslamî li Çewligê ji bo Xezzeyê kermes vekirin