Li Îran ji sedî 50 zama ku li benzînê hat kirin bû sedema bertekan

Doh li Îranê ji sedî 50 zam liheqê benzînê hat kirin ku ji ber vê yekê li exlebeyê welêt xelk qerara zamê protesto kir û ji qerarê re bertek nîşan da.

Hat ragihandin xelk di serî de li Tahranê û her wisa li Ahwaz, Hurremşehr, Bîrcend, Meşhed, Geçsaran, Sîrcan, Bender Abbas, Îsfahan û Şîrazê ji ber qerara zamê ya ku li benzînê hat kirin daket kolanan.

Xelkê ku daket kolanan qerara zamê protesto kir û ji qerarê re bertek nîşan da. Hêzên ewlehîyê mudaxeleyî xelkê kir û ew belav kirin. Xelkê ku li Sîrcanê daket kolanan îstasyoneke benzînê  şewitand.

Derbarê zama ku hat kirin de ji teref Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Rûhanî di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de derbarê mijarê de destnîşan kir, ew ev bû 4 sal ku zam li heqê benzînê nekirine û ev zama ku hatiye kirin ji bo berjewendîya kesên feqîr û jar hatiye kirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne