Li Îranê 24 seatên dawî de 284 kes ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Îranê di 24 seatên dawî de 284 kes ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 50 hezar û 594 kesan.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 50 hezar û 594 kesan û bi pêketina 10 hezar û 827 kesên din hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket  li ser milyonekî.

Berdevka Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Sîma Sedat Larî  li Tahranê di civîna ku tertîp kir û daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Sedat di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de 284 kesê din jî  ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan  û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 50 hezar û 594 kesan û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tesptîtkirin derket li ser milyonek û 51 hezarî.”

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ji bo parastina tenduristiya piştê divê mirov bala xwe bide çi?
Erşîrkerdo ke lîseya Sêwrege de bi sîlihan 16 kesî birîndar kerdibi, xo kîşt
Ji İTTİHADUL ULEMAyê daxuyaniya piştgiriyê bo çalakiya Mewlûda Nebî
16 kes birîndar bûn
Ji qeşaya çandiniyê, berf û bahozên tozê haydar bin