Li Îranê 24 seatên dawî de 347 kes ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Îranê di 24 seatên dawî de 347 kes ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 49 hezar û 695 kesan.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 49 hezar û 695 kesan û bi pêketina 13 hezar û 341 kesê din hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket  li ser milyonekî.

Berdevka Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Sîma Sedat Larî  li Tahranê di civîna ku tertîp kir û daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Sedat di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de 347 kesê din jî  ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan  û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 49 hezar û 695 kesan û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tesptîtkirin derket li ser milyonek û 16 hezaran.”

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

2 karkerî birîndar bîyî
Ev sîstem torneke çewt e, û destekî rast ji torneke çewt dernakeve
Hejmara qurbaniyên êrîşa li ser dibistana Mereşê gihîşt 10an
17 sal cezayê girtîgehê li Nevzat Bahtiyar hate birîn
Ji bo mîtînga Mewlûda Nebî dawetnameyeke watedar li Dîyarbekirê