Li Îranê 24 seatên dawî de 371 kes ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Îranê di 24 seatên dawî de 371 kesê din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 48 hezar û 246 kesan.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 48 hezar û 246 kesan û bi pêketina 13 hezar û 321 kesê din hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket  li ser 962 hezar kesan.

Berdevka Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Sîma Sedat Larî  li Tahranê di civîna ku tertîp kir û daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Sedat di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de 371 kesê din jî  ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan  û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 48 hezar û 246 kesan û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tesptîtkirin derket li ser 962 kesan.”

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne