Li Îranê 24 seatên dawî de 391 kesê din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Îranê di 24 seatên dawî de 391 kesê din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 47 hezar û 486 kesan.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 47 hezar û 486 kesan û bi pêketina 13 hezar û 402 kesên din hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 922 hezar kesan.

Berdevka Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Sîma Sedat Larî li Tahranê di civîna ku tertîp kir û daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Sedat di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de 391 kesê din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 47 hezar û 486 kesan û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tesptîtkirin derket li ser 935 kesan.”


İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Çewlîgê kesê ku qijnik wî gez kiribû mir
Di 3 salên dawî de 51 hezar zarokên ku îltîcayê Ewropayê kiribûn winda ne
Xwendekar û akademîsyenan piştgrîyê dan çalakiyên Xezzeyê yên xwendekarên Amerîkayê
Di lehîya Kenyayê de hejmara mirîyan derket 169an
Rejîma îşxalker welatîyekî Rihayî li Qudsê şehîd kir