Li Îranê di 24 seatên dawî de 107kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Îranê di 24 seatên dawî de 107kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 8837 kesî.

Li Îranê di 24 seatên dawî de 107kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 8837an û hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket  li ser 187 hezar û 427 kesî.

Berdevka Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Sîma Sedat  li Tahranê di civîna ku tertîp kir û daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Sedat di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de 107 kesên din jî  ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan  û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 8837 kesî û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tespîtkirin jî derket  187 hezaran û 427 kesî.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Endonezyayê di kana keviran de hezaz çêbû: 7 mirî
Emrîka îlan kir ku rejima sîyonîst, pêşnîyaza agirbesta li Xezzeyê qebûl kirîye
Şehîdên Xanikê li ser gorên wan hatin yadkirin
Hemû stokên wan hatin vekişandin
HUDA PAR teleba zêdekirina me'aşê herî kêm kir