Li Îranê di 24 seatên dawî de 116kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Îranê di 24 seatên dawî de 116 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 9623 kesî.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 9623yan û hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket  li ser 204  hezar û 952 kesî.

Berdevka Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Sîma Sedat  li Tahranê di civîna ku tertîp kir û daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Sedat di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de 116  kesên din jî  ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan  û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 9652 kesî û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tespîtkirin jî derket  204 hezar û 952 kesî.”

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Navên xwendekarên ku di êrîşa li dibistana Mereşê de mirine hatin eşkere kirin
Êrîşê Maraşî de nameyê malim û şagirdanê mirdê diyari biyî
Divê pirsgirêka tundûtûjiyê ya ku her ku diçe zêde dibe, bi taybetî li dibistanan, bi ciddî were girtin
Hejmara kesên ku di êrîşa li Mereşê de jiyana xwe ji dest dan bû 9
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu der barê êrîşa li dibistana Mereşê de daxuyanî da