Li Îranê di 24 seatên dawî de 134 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Îranê di 24 seatên dawî de 134 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 10 hezar û 130 kesî.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 10 hezar û 130î û hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket  li ser 215  hezar û 96 kesî.

Berdevka Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Sîma Sedat  li Tahranê di civîna ku tertîp kir û daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Sedat di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de 134  kesên din jî  ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan  û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 10 hezar û 130î kesî û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tespîtkirin jî derket  215 hezar û 96 kesî.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Nîjeryayê taya Lassayê: 156 mirî
Li Çewligê êrîşa çekdarî: 1 mirî
Karwanê Hêvîyê dest bi xebatên xwe yên qurbanê kir
Di 20 bajaran de operasyona tiryakê: 366 binçavî
Evîndarên Pêxember: Divê hebûna rejîma sîyonîst, Emrîqa û Rojavayê li erdnigarîya Îslamê dawî bibe