Li Îranê di 24 seatên dawî de 162 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Îranê di 24 seatên dawî de 162 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 10 hezar û 670 kesî.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 10 hezar û 670yî û hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket  li ser 225  hezar û 205 kesî.

Berdevka Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Sîma Sedat  li Tahranê di civîna ku tertîp kir û daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Sedat di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de 162  kesên din jî  ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan  û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 10 hezar û 760 kesî û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tespîtkirin jî derket  225 hezar û 205 kesî.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

34 mirî, 5 hezar û 635 birîndar
Parlamenterê HUDA PARê Faruk Dînç ziyaret kirin
Li Entelyayê di mezinahîya 4,3yan de erdhej
Weqfa Sêwîyan li Wanê alîkariya cil û bergan kir
Agirê ku li Êlihê di malekê de derketibû ji aliyê xelkê deverê ve hate vemirandin