Li Îranê di 24 seatên dawî de 184 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Îranê di 24 seatên dawî de 184 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 18 hezar û 800 kesî.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 18 hezar û 800î û bi pêketina 2 hezar û 345 kesên din hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket  li ser 331 hezar û 189 kesî.

Berdevka Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Sîma Sedat Larî  li Tahranê di civîna ku tertîp kir û daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Sedat di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de 184 kesên din jî  ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan  û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 18 hezar û 800 kesî û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tespîtkirin jî derket  331  hezar û  189  kesî.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Bihaya jêkirina qurbana biwekaletî dîyar bû
Petrola Ezerbaycanê li ser Tirkîyeyê ji rejîma sîyonîst re tê şandin
Li Entabê mîksera beton li mînîbûsê qelibî: 8 mirî
Zarokên ku beşdarî Mewlida Nebî bûbûn hestên xwe diyar kirin
“Însanîyet encax bi riayetkirina Pêxemberê me wê bighêje xelasîyê”