Li Îranê di 24 seatên dawî de 195 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Îranê di 24 seatên dawî de 195 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 15 hezar û 484 kesî.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 15 hezar û 484an û bi pêketina 2 hezar û 316 kesên din hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 288 hezar û 839 kesî.

Berdevka Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Sîma Sedat Larî li Tahranê di civîna ku tertîp kir û daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Sedat di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de 195 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 15 hezar û 484 kesî û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tespîtkirin jî derket 288 hezar û 839 kesî.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ji Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapıcıoğlu, ji Cemaat-i İslami re sersaxî û taziye
Li Xezzeyê hejmara şehîdan bû 34 hezar û 454
Dr. Newaf Tekrûrî: Xwepêşandanên xwe yên li qadan bidomînin
Rêber û Serokê Me Hz. Muhammed e
Serokê Yekîtîya ‘Aliman a Dinyayê Qeredaxî: Piştgrîdana xuşk û birayên me yên Xezze û Filistînê wacib e