Li Îranê di 24 seatên dawî de 71 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Îranê di 24 seatên dawî de 71 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 6854 kesan.

Li Îranê di 24 seatên dawî de 71 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 6854an û hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket  li ser 114 hezar û 533 kesî.

Serokê Navenda Agahdarîkirinê ya Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Kîyanuş Cîhanpur li Tahranê di civîna ku tertîp kir de daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Cîhanpur di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de  71 kesên din jî  ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan  û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 6854 kesan û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tespîtkirin jî derket  114 hezaran û 533yan.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Xarpêtê qeza: 1 mirî, 2 birîndar
Li Dîyarbekirê agir bi tirê ket
Li Sînopê têketina daristanan hat qedexekirin
Li Îngilistanê wesayît ket nav qelebalixîyê: 47 birîndar
Cezayên kuştina Narîn Gûran hatin erêkirin