Li Îranê di 24 seatên dawî de 75 kesên din jî ji ber corona vîrusê canê xwe ji dest dan

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Îranê di 24 seatên dawî de 75 kesên din jî ji ber corona vîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 429 kesan.

Li Îranê di 24 seatên dawî de 75 kesên din jî ji ber corona vîrusê canê xwe ji dest dan

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 429an û zêdetirî 10 hezar kes jî bi coronavîrusê ketin.

Serokê Navenda Agahdarîkirinê ya Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Kîyanuş Cîhanpur li Tahranê di civîna ku tertîp kir de daneyên dawî yên derheqê coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Cîhanpur di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de  75 kesên din jî  ji ber corona vîrusê canê xwe ji dest dan  û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 429an û hejmara kesên ku bi wan re bi coronavîrus hat tespîtkirin jî derket  10 hezar û 75 kesan.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Orhan Açikbaş, yek ji navdarên muhîm ên Çewlikê ye, wefat kir
Li Entabê kantînvanekî tostê kir nav pelên Quranê û firot
Li ser rêya TEMê qezaya zîncîrî: 7 birîndar
Rûsya li Behra Baltikê tetbîqetek leşkerî da destpêkirin
9 kes mirin, bi dehan kes birîndar bûn