Li Îranê di 24 seatên dawî de 76 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Îranê di 24 seatên dawî de 76 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 5650 kesan.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 5650an û hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket  li ser 89 hezar û 328an.

Serokê Navenda Agahdarîkirinê ya Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Kîyanuş Cîhanpur li Tahranê di civîna ku tertîp kir de daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Cîhanpur di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de  76 kesên din jî  ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan  û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 5650 kesan û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tespîtkirin jî derket  89 hezaran û 328an.”

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mîtîngê Mewludê Nebî yo ke bi temayê 'Serekê Wehdet û Xelasiyê Hazretê Muhemmed' viraziya, bi mesajê muhîman peynî gırewt
Dema Misilman bibin yek, cîhan nikare li pêşiya me bisekine
Yekîtî bi gotinan nabe; divê em dev ji îxtîlafên dîrokî berdin
Mêvanên ku beşdarî mîtînga Mewlûda Nebî bûn hatin nasandin
Wehdet ew e ku Ummeta Îslamî xurt dike