Li Îranê ji ber Coronavîrusê di 24 seatên dawî de 133 kesên din can dan

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Îranê di 24 seatên dawî de 133 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 3872yan kesan.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 3872yan û hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket  li ser 62 hezaran.

Serokê Navenda Agahdarîkirinê ya Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Kîyanuş Cîhanpur li Tahranê di civîna ku tertîp kir de daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Cîhanpur di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de  133 kesên din jî  ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan  û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 3872an û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tespîtkirin jî derket 62 hezar û 589 kesan.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li navçeya Nisêbînê a Mêrdînê, qamyonek li lembeyên trafîkê li otomobîlekê qelibî.
Li Çinarê agir bi dorsa qamyonekê ket
Salvegera 13emîn a HÜDA PARê li bajarê Dîyarbekirê bi coş hat pîrozkirin
Li ser rêya gundê Qîlwa yê Çinarê mînîbusek û otomobîlek li hev qelibîn.
Werin em bi hev re pirsgirêkên xwe çareser bikin