Li Îranê ji ber Coronavîrusê di 24 seatên dawî de 92 kesên din can dan

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Îranê di 24 seatên dawî de 92 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 4869 kesan.

Li Îranê ji ber Coronavîrusê di 24 seatên dawî de 92 kesên din can dan

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 4869an û hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket  li ser 77 hezar û 995an.

Serokê Navenda Agahdarîkirinê ya Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Kîyanuş Cîhanpur li Tahranê di civîna ku tertîp kir de daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Cîhanpur di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de  92 kesên din jî  ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan  û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 4869an û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tespîtkirin jî derket li ser 77 hezaran û 995an.”

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

1 kes mirin 2 kes jî birîndar bûn
Serîyyeyên Qudsê bi bombeyên sîyonîstan li dijî îşxalkeran kemîn danîn
Li Xarpêtê mînîbûs qelibî: 3 jê giran 7 birîndar
Li Dîyarbekirê ciwan di bernameya “Hevdîtina Ciwanan” de hatin cem hev
Heta ku edaleta civakî neyê tesîskirin tu pirsgirêk çareser nabe