Li Îranê ji ber Coronavîrusê hejmara mirîyan derket 2 hezar û 517an

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Îranê di 24 seatên dawî de 139 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 2517 kesan.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 2517an û hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket  li ser 35 hezaran.

Serokê Navenda Agahdarîkirinê ya Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Kîyanuş Cîhanpur li Tahranê di civîna ku tertîp kir de daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Cîhanpur di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de  139 kesên din jî  ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan  û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 2517an û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tespîtkirin jî derket  35 hezar û 408 kesan.”

ÎLKHA

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ji bo bakur hişyarîya şilîyê hat dayîn
Li Rihayê qamyonet û wesayît li hev qelibîn: 16 birîndar
Otobûsa rêwîyan qelibî: 2 mirî, 34 birîndar
Şêx Qeredaxî: Hesen Saklanan şehîdîyê xwest û bidest xist
HAMASê derheqê Refahê de daxuyanî da