Li Îranê ji ber Coronavîrusê hejmara mirîyan derket 3 hezar û 294 kesan

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Îranê di 24 seatên dawî de 134 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 3294 kesan.

Li Îranê ji ber Coronavîrusê hejmara mirîyan derket 3 hezar û 294 kesan

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 3294î û hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket  li ser 50 hezaran.

Serokê Navenda Agahdarîkirinê ya Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Kîyanuş Cîhanpur li Tahranê di civîna ku tertîp kir de daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Cîhanpur di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de  134 kesên din jî  ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan  û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 3294î û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tespîtkirin jî derket li ser 50  hezarî .”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li 2 gundên Hewlêrê agir bi zeviyan ket
Yemen: Me bi mûşekeke balîstîk a hîpersonîk Balafirgeha Lodê xist
Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu ANFIDAPê ziyaret kir
HAMASê ji banga 80 welatan a ji bo Xezzeyê re piştgirîyê da
Li Xezzeyê hejmarê şehîdan derket 53 hezar û 822an