Li Îranê ji ber coronavîrusê hejmara mirîyan derket 988an

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Îranê di 24 seatên dawî de 135 kesên din jî ji ber corona vîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 988 kesan.

Li Îranê ji ber coronavîrusê hejmara mirîyan derket 988an

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 988an û hejmara kesên ku bi coronavîrusê ketin derket  li ser 14 hezaran.

Serokê Navenda Agahdarîkirinê ya Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Kîyanuş Cîhanpur li Tahranê di civîna ku tertîp kir de daneyên dawî yên derheqê coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Cîhanpur di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de  135 kesên din jî  ji ber corona vîrusê canê xwe ji dest dan  û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 988an û hejmara kesên ku bi wan re bi coronavîrus hat tespîtkirin jî derket  li ser 14 hezar kesan.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

HUDA PAR bi partiyên siyasî re cejn pîroz kir
Saziyên alîkariyê li Dîyarbekirê dest bi qurbanîkirina heywanan kirin
Hejmara kesên ku di şewata li Diyarbekirê de hatine binçavkirin gihîşt 5 kesan
Li Siwêrekê şer: 1 kuştî
Ma firotina çermê qurbanan caîze?