Li Îranê ji ber coronavîrusê hejmara mirîyan derket hezar û 433yan

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Îranê di 24 seatên dawî de 149 kesên din jî ji ber corona vîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket hezar û 433yan.

Di daxuyanîya ku ji teref Alîkarê Wezîrê Tenduristîyê yê Îranê Alîriza Reîsî ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket hezar û 433 kesan û hejmara kesên ku bi coronavîrusê ketin gihaşt 19 hezar 644 kesan.

Reîsî di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de  149 kesên din jî  ji ber corona vîrusê canê xwe ji dest dan  û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket hezar û 433yan û hejmara kesên ku bi wan re bi coronavîrus hat tespîtkirin jî gihaşt 19 hezar û 644 kesan.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Batmanê du otomobîl serî bi serî li hev ketin: 3 birîndar
Li navçeya Erxeniyê ya Dîyarbekirê, zilamekî piştî nîqaşekê xezûr û bûrayê xwe kuşt
Di qezaya otomobîl û qamyonekê de 2 kes mirin û yek jî bi giranî birîndar bû
Li peravên Îzmîrê 59 koçberên neqanûnî hatin xelaskirin
Li depoya emanet a Dadgeha Dîyarbekirê bi sedan fişek winda bûn