Li Îranê jimartina dengdayînê berdewam dike

Jimartina dengdayîna hilbijartina Meclîsa Pîsporan û Parlementerîya Meclîsê ya Heyama 11emîn a ku doh li Îranê hat kirin berdewam dike.

Dengdayîna ku doh serê şeveqê li Îranê dest pê kir û divîyabû di seat 18.00an de bi dawî bibe, lê belê ji ber ku eleqeyeke zêde ji hilbijartinê re hat nîşandan dengdayîn heta 10ê êvarî berdewam kir.

Seyyîd Îsmaîl Musewîyê Berdevkê Lijneya Hilbijartina Bilind a Wezareta Karên Hundir ê Îranê derbarê encamên hilbijartinê de daxuyanîyek belav kir.

Musewî di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de  ji ber ku xelkê Îranê ji hilbijartinê re eleqe nîşan da teşekkur kir û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Walî hewl didin heta roja yekşemê encamên hilbijartinê diyar bikin.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezay Farqîni de vewr varena
Rêyên 304 gundan hatin girtin
Weqfa Êtîman li Xezzeyê sifreyên fitarê vala nahêle
Mijara kêmbûna veberhênana pîşesaziyê ji bo bakur anî Meclîsê
Zêdetirî 20 kes ji dûmanê tesîrdar bûn