Li Îranê mirinên ji ber Coronavîrusê derket 23 hezar û 313 kesî

Li Îranê di 24 seatên dawî de 156 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Îranê di 24 seatên dawî de 156 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 23 hezar û 313 kesî.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 23 hezar û 313yan û bi pêketina 2 hezar û 619 kesên din hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 404 hezar û 648 kesî.

Berdevka Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Sîma Sedat Larî li Tahranê di civîna ku tertîp kir û daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir

Sedat di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de 156 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 23 hezar û 313 kesî û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tespîtkirin jî derket 404 hezar û 648 kesî.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di mala îxtîyaran de bi kêrê êrîş: 2 mirî, 1 birîndar
Li Diyarbekirê 173 kîlo esrar hat bidestxistin
Li xwepêşandanên Xezzêyê di zanîngehên Amerîkayê de heya niha herî kêm 2 hezar kes hatin binçavkirin
Di jenosîda li Xezzeyê de 34 hezar û 622 kes şehîd bûn
Li Rihayê piştî limêja înê ji bo Saklananê şehîdê Qudsê daxuyanî hat xwendin