Li Îranê mirinên ji ber Coronavîrusê derket 23 hezar û 632 kesî

Li Îranê di 24 seatên dawî de 179 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Îranê di 24 seatên dawî de 179 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 23 hezar û 632 kesî.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 23 hezar û 632yan û bi pêketina 2 hezar û 981 kesên din hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 410 hezar û 334 kesî.

Berdevka Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Sîma Sedat Larî li Tahranê di civîna ku tertîp kir û daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Sedat di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de 179 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan  û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 23 hezar û 632 kesî û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tespîtkirin jî derket 410 hezar û 334 kesî.”

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Çinarê, otomobîlek li peyayekî qelibî û peya mir
Kesekî li Qosera Mêrdînê dema ku klîma saz dikir ji qata duyemîn ket xwarê û birîndar bû
Li Çewlikê konferansek bi navê "Hişmendiya Fetihê û Sê Mehên Pîroz" hate lidarxistin
Li Meletiyê qezaya pat patê: 3 birîndar
5 kes mirin û kesek jî birîndar bû