Li Îranê xwepêşan berdewam dikin

Li Îranê xwepêşanên ku piştî zama ku li benzînê hat kirin re dest pê kirin bênavber berdewam dikin. Xwepêşandêrên ku daketin kolanan heta niha zêdetirî 100 bankayan û 75 navendên danûstandinê şewitandin.

Hat ragihandin li Îranê xwepêşanên ku piştî zama ku li benzînê hat kirin re dest pê kirin bênavber berdewam dikin. Xwepêşandêrên ku daketin kolanan heta niha zêdetirî 100 bankayan û 75 navendên danûstandinê şewitandin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber zama ku li benzînê hat kirin li Tahran, Kîrmanşah, Hurremabad, Ahvaz, Şîraz, Yezd, Meşhed, Îsfahan, Kerec, Tebrîz, Behbehan, Kaîmşehr, Kazrun, Îslamşehr û Şehrîyana Îranê xwepêşandêr daketin kolanan  û qerara zamê ya ku li benzînê hat kirin protesto kirin.

Di xwepêşanên ku hatin lidarxistin de xwepêşandêrên ku daketin kolanan heta niha zêdetirî 100 bankayan û 75 navendên danûstandinê şewitandin. Tê diyarkirin di encama midaxeleya ku ji teref hêzên ewlehîyê ve hat kirin de zêdetirî 1000 kes hatiye binçavkirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne