Li Iraqê di 24 seatên dawî de 81 kes ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan

Hat ragihandin li Iraqê di 24 seatên dawî de 81 kes ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û 2 hezar û 446kesên din jî bi Coronavîrusê ketin.

Li Iraqê hejmara kesên pêketîyên Coronavîrusê derket 97 hezar 150 kesî.

Wezareta Tenduristîyê derbarê mijarê de destnîşan kir di 24 seatên dawî de li welêt 81 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û bi mirina 81 kesên din hejmara kesên mirî derket 3 hezar û 950  kesî.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn û baş bûn derket 64 hezar û 950 kesî.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

7 bajaran de semedê vevri ra mektebî amê tatîl kerdene
Licê de semedê variti ra çay deşti
Çavgirtina ji hilweşîna exlaqî re di ​​bin navê azadiyê de bêmesulî ye
Şehîdê Quranê Nesîm Demîrtaş li ser gora xwe hat bîranîn
Me nerînên xwe yên derbarê raporê de ji Serokkomar Erdogan re ragihandin