Li Iraqê di 24 seatên dawî de 90 kes ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan

Hat ragihandin li Iraqê di 24 seatên dawî de 90 kes ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û 2 hezar û 310 kesên din jî bi Coronavîrusê ketin.

Li Iraqê hejmara kesên pêketîyên Coronavîrusê derket 92 hezar 530 kesî.

Wezareta Tenduristîyê derbarê mijarê de destnîşan kir di 24 seatên dawî de li welêt 90 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û bi mirina 90 kesên din hejmara kesên mirî derket 3 hezar û 781  kesî.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn û baş bûn derket 60 hezar û 528 kesî.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne