Li Iraqê mala 3 parlementeran hat şewitandin

Li Zîkara parêzgeha Iraqê xwepêşandêran mala 3 parlementeran şewitandin.

Hat ragihandin li Zîkara parêzgeha Iraqê xwepêşandêran mala 3 parlementeran şewitandin.

Xwepêşanên ku Iraqê dest pê kirin hêj berdewam dikin. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Zîkara parêzgeha Iraqê xwepêşandêran mala 3 parlementerên bi navê  Nacî es-Saîd, Muna el-Gurabî û Zeynep el-Hazrecî şewitandin.

Di bûyerên ku pêk hatin de tiştek bi ti kesî nehat.

Li Iraqê ji 1ê Cotmehê vir ve ji ber bêkarî, bêrêtî û tunebûna xizmetê xwepêşan tên lidarxistin. Ji destpêka xwepêşanan heta niha 254 xwepêşandêr canê xwe ji dest dan û bi hezaran xwepêşandêr jî birîndar bûn.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezay Farqîni de vewr varena
Rêyên 304 gundan hatin girtin
Weqfa Êtîman li Xezzeyê sifreyên fitarê vala nahêle
Mijara kêmbûna veberhênana pîşesaziyê ji bo bakur anî Meclîsê
Zêdetirî 20 kes ji dûmanê tesîrdar bûn