Li Iraqê wezîfeya damezrandina hikûmetê ji Tewfîq Allavî re hat dayîn

Berhem Salihê Serokomarê Iraqê wezîfeya damezrandina hikûmetê da Muhammed Tewfîq Allavîyê wezîrê berê yê ragihandinê.

Allavî piştî ku wezîfeya damezrandina hikûmetê jê re hat dayîn re ji bo xwepêşandêran daxuyanîyek belav kir.

Allavî di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir “Heta ew kesên ku xwepêşandêran kuştine bên cezakirin,  micadeleya bi bêrêtîyê re bi ser bikeve, aborî baş bibe û hilbijartina pêşwext bê kirin xwepêşandanên xwe bidomînin. Ger komên siyasî ji bo kabînê namzedên xwe li ser min ferz bikin ez ê ji wezîfê vekişim û ez ê vê yekê bi şiklekek eşkere bi we re parve bikim.Hûn ji welêr derketin kolanan. Ger ez telebên we bi cî neyênim wê demê tê famkirin ku ez vê wezîfê heq nakim.”

ÎLKHA

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Riha de qezaya trafikî ya zincîre de 3 kesî birîndar bîyî
Şertên Desmêjê li gorî Mezhebê Şafiî
Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e