Li Iraqê xwepêşan berdewam dikin: 4 mirî 60 birîndar

Li Iraqa ku ev bû çend meh lê xwepêşan bênavber berdewam dikin di xwepêşanên ku doh hatin lidarxistin de 4 kes canê xwe ji dest dan û 60 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin li Iraqa ku ev bû çend meh lê xwepêşan bênavber berdewam dikin. Di xwepêşanên ku doh li Bexdaya paytexta Iraqê hatin lidarxistin de 4 kes canê xwe ji dest dan û 60 kes jî birîndar bûn.

Hat hînbûn ji 4 kesên ku canê xwe ji dest dan 2 kes polês in.

Di xwepêşanên ku li derveyî Bexdayê hatin lidarxistin de xelkê li bajarên mîna Nasîrîye, Kerbela û Amarayê rêyên sereke girtin.

Di xwepêşanên ku ji Yekê Cotmeha sala 2019an vir ve li Iraqê berdewam dikin de heta niha zêdetirî 490 kes canê xwe ji dest dan û bi hezarana kes jî birîndar bûn.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çantaya pırê zêrî ya ke Diyarbekir de otobüs de amibi viraerdene, teslimê wayirê cı amiyo kerdene
Li ser rêya Çinar û Bismilê de TIR wergeriya şerempolê
Zanist li dijî bêxewiyê çi pêşniyar dike?
1 mirî, 12 birîndar
Bi vê girseyê re, Dîyarbekir peyama "em ji bo yekîtîyê amade ne" da