Li Îspanyayê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket 26 hezar û 478an

Ji doh vir ve li Îspanyayê ji ber Coronavîrus’ê 179kesên din jî mirin.

Piştî Îtalyayê mirinên herî zêde yên ji ber vîrusê li Îspanyayê pêk tên. Li Îspanyayê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 26 hezar û 478 kesî.

Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îspanyayê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin; ji doh vir ve li Îspanyayê ji ber Coronavîrus’ê 179 kesên din jî canê xwe ji dest dan û hejmara kesên mirî derket 26 hezar û 478an û hejmara kesên ku bi Coronavîrus’ê ketin  derket li ser 262  hezarî.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin, heta niha 173 hezar û 157 kesên ku bi vîrusê ketibûn baş bûn.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

2 kesi dırbetın biy
Li Çinarê 30 donim zeviyê çandî yê genim şewitî
Kerbela navê sekina bi îzzet e li hember zaliman, ew qîyam e li hember zilm û neheqîyê
Sûsa, navê îman, sedeqet û bedêla ku ji bo heqîyê hatîye dayîn e
Li Êlihê bernameya "Xezze: Kerbelaya Dema Me"